Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re axivî.
Tûnç diyar kir û got: “ Em ê dema guncaw diyar bikin. Dibe ku piştî nîqaşên butçeyê biryar bê dayîn."
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re di 26ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê dabûn.
(RT/AY)