Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî ya Almanyayê aşkere kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê ya 2016yê, 260 hemwelatiyên Tirkiyeyê yên xwedî pasaportên dîplomatîk û 508 karmendên payebilind ji bo penabertiyê serî li Almanyayê dane.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, Partiya Çep a muxalif pirsyarnameyek daye Meclîsa Almanan a Federal û di vê çarçoveyê de bersiv hatiye dayin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bersiv li gorî daneyên heta 20ê Çiriya Paşiyê ye û hejmara zarok û hevjîna serlêderan jî di nava vê de ye.
Serlêdana 401 kesan hatiye qebûlkirin
Dîsa li gorî heman daxuyaniyê heta niha ji 768 serlêdanan 401 heb bi erênî hatine encamdan. Lê hîna serlêdanên 367 kesan neqediya ne.
Mehê hezar serlêdan ji bo penaberiyê tên kirin
Hatiye diyarkirin ku di meha Çiriya Pêşiyê de bi giştî 1059, di meha Îlonê de bi giştî 1016, di meha Tebaxê de 962 hemwelatiyên Tirkiyeyê ji bo penabertiye serî li Almanyayê dane. Nêzîkî ji sedî 30ê serlêdanên meha Çiriya Pêşiyê hatine qebûlkirin.
Tirkiye, piştî Sûriye û Iraqê di serlêdanên ji bo penaberiya Almanyayê de di rêza sêyem de ye. (HK/FD)