Serokê Ofîsa Medyayê yê hikûmeta li Xezeyê Selame Marûfî civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku ji sedî 70yî niştecihên Xeta Xezeyê ji cîh û warên xwe bûne.
Marûfî ragihand ku nêzîkî ji sedî 2yê gel ji ber êrîşên Îsraîlê yan mirine yan jî birîndar bûne: “Ji roja ku êrîşên Îsraîlê dest pê kiriye heta niha serê xulekekê birîndarek û serê saetekê jî 15 şehît tên nexweşxaneyên li Xezeyê.
Marûfî diyar kir ku “30 hezar ton teqemenî avêtin Xezeyê, serê her kîlometroyê 82 ton dikeve” û di berdewamiya axavtina xwe de got, “nîvê nexweşxane û ji sedî 62yê navendên alîkariya destpêkê yên li bajêr nikarin xizmetê bidin.”
Li gorî gotina Marûfî, ji ber êrîşan ziyan gihîştiye ji sedî 33yê dibistanên li bajêr û nêzîkî ji sedî 9ê wan nikarin xizmetê bidin, her weha ziyan gihîştiye ji sedî 14ê mizgeftan û ji sedî 5 mizgeftî bi temamî rûxiyane.
NYyê daxuyaniyek weşand
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsiyarê Karûbarên Mirovî Berpirs yê Neteweyên Yekgirtî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martîn Griffithsî got ku “Ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha kuştina 10 hezar filistîniyan, tê wê wateya serhildana li dijî nirxên esasî yên mirovatiyê.”
Sekreterê Giştî yê Nyyê António Guterresî jî diyar kir ku “Xezeya her roj zarokên keç û kur lê tên kuştin, birîndar dibin, bûye goristana zorakan” û banga xwe ya ji bo agirbesta mirovî ya lezgîn dubare kir.
Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) di daxuyaniyeke xwe de got ku, di encama êrîşên Îsraîlê de, ji 7ê Çiriya Pêşiyê û heta niha bi hezaran kesên sivîl li Xezeyê mirine lê ew nikarin hejmareke zelal par ve bikin. (AS/FD)