Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rapora Çavdêriya li Perwerdeyê ya UNESCOyê(GEM) û Birêvebiriya Çavdêriya li Penaberan a NYyê belgeya plansaziya hevpar weşand.
Li gor belgeyê ji sedî 50yê zarokên penaber diçin dibistana seretayî û ji sedî 25ê zarokên baliqbûyî jî diçin dibistana navîn.
Li gor raporê divê ew kesên ji warên wan hatîn bi dûr xistin di sê mehan dest bi perwerdeyê bikin.
Rêjeya zarokên penaber ên nikarin biçin dibistanan li gor dewletan tê guhertin
Rêjeya zarokên penaber ên diçin dibistanan li welatên Misir, Îran û Yemenê ji sedî 80 ye. Li Pakîstanê ji sedî 40 e û li Etîopyayê ji sedî 50 ye.
Li gor belgeyê ji sedî 5ê zarokên di emrên 12-17ê de ne, diçin dibistanan.
Li gor belgeyê li Ûrdinê ji sedî 50yê zarokên penaber dikarin biçin dibistanan li Tirkiyeyê ji sedî 30ê zarokan dikarin biçin dibistanan.
Bokovo: Zarokên diçin dibistanan pirtir têne parastin
Li gor midûra giştî ya NESCOyê, Irina Bokovayê : ‘’ Zarok û ciwan bi tenê ji ber ku diçin dibistanan rêyê li ber kaçaxçîtiya mirovan, xwedanbûna zarokan a derqanûnî, zewaca di emrekê biçûk de, destdirêjî û karkirina bi zorê digire.’’
Keçên Penaber
Li gor raporê ji civakê yên herî zêde bandora neyînî lê dibe keç in.
‘’Li sala 2015ê li Kampa Kakumayê bi tenê ji sedî 38ê xwendekaran keç bûn.’’
‘’Li Pakîstanê zarokên penaber di emrekê biçûk de têne zewicandin. Gelek ji zarokên di emrê 12-19ê de ducanî dibin û ji sedî 90ê keçên di wî emrî de dest ji xwendinê diberdin. ‘’
Pêşniyar
- Divê mafê xwendinê yê wan kesên koçberbûyîn bên parastin.
- Divê zarokên penaber bi pergala perwerdeya neteweyî bêne perwerdekirin.
- Divê bernameyên bilez û kêrhatî yên xwendinê ji wan re bê çêkirin.
- Divê dersdarên perwerde standîn û motîvasyona wan bilind perwerdeyê bidin. (YY/MB)