Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Lijneya Plan û Bûtçeyê ya Meclîsê biryar da ku ji bo sala 2018ê 92 milyar û 528 milyon Lîreyên Tirkan(TL) dê bê cidakirin.
Ji sedî 35ê bûtçeyê dê ji bo perwerdeya dînî bê bikarhînan. Di sala 2017ê de ji bo perwerdeyê 85 milyar û 49 milyon TL hatibû cidakirin.
Ji sedî 96ê bûtçeya ji bo perwerdeya dînî dê ji bo Lîseyên Îmam Xetîb bêne cidakirin. Parlamenterên Partiya Komarê ya Gelî(CHP) û Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji bo biryara parlamentoyê nerazîbûna xwe diyar kir.
Parlamenterê Eskîşehê yê CHPyî, Utku Çakirozerî ji lijneyê pirsî:
“Gelo ev yek normal e ku ji sedî 35ê bûtçeya perwerdeyê ji bo perwerdeya dînî hatiye cidakirin.”
Parlamenterê Stenbolê yê HDPyî, Garo Paylanî jî pirsî:
”Gelo perwerdeya ku hûn xeyal dikin hebe çi ye?” (PT/MB)