77 roj in ku ti agahî ji rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmedî nîne. Ehmed di 1ê Çiriya Pêşiyê de çûbû serdana malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25ê Çiriya Pêşiyê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir hêzên PDKyê ew desteser kir. Ji wê rojê ve ye agahî i Ehmedî nîne.
Hefteyek piştî windabûna Ehmedî, asayîşa PDKyê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de edîtor e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parêzerên Ehmed, Nêrîman Ehmed têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî bû û ev agahî dabûn: “Tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnewsê diyar kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.
Rêveberên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, çend roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.
(AY)