Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê(PE) duh(4ê Gulanê) di civîna lijneya giştî de ku li bajarê Strazbûrga Fransayê ye pêşnûmaya biryarê ya bi sernava “Rewşa Osman Kavalayî” nîqaş kiribû. Pêşnûmaya biryarê îro di dengdayîna lijneya giştî de qebûl bûye.
Li gorî nûçeya Kayhan Karaca ku li Deutsche Welleyê belav bûye Parlamentoya Ewropayê biryara cezayê muebbeta girankirî ya ku di doza Geziyê de li Osman Kavala hatiye birîn “bi gotinên herî tûnd şermezar kiriye û gotiye ku hikûmeta Tirkiyeyê "bi zanebûn pêvajoya bi Yekitiya Ewropayê(YE) re bi dawî kir"
Pêşnûmaya biryarê ji aliyê koma Demokratên Xirîstiyan, Sosyal Demokrat, Lîberal û koma Çep û Keskan ve bi awayekî hevpar hatibû amadekirin.
Di pêşnûmaya biryarê de peyama ku helwesta hukumetê ya di doza Kavalayî de pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê bi dawî kiriye, hatiye dayîn.
Her weha di biryarê de hatiye destnîşankirin ku başkirina têkiliyên Navbera Tirkiyeyê û YEyê "divê di warê maf û azadiyên bingehîn, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê ya li Tirkiyeyê de bi pêşketineke rasteqîn ve girêdayî be."
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
Dadgehê bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li Mucella Yapici, Cîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgîtt Alî Ekmekçî biriye.
Parlamenta Ewropayê (PE) biryara li ser rewşa Osman Kavala bi daxuyaniyeke nivîskî bi sernavê "Binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiye, Kamboçya û Çînê" eşkere kiriye. Di beşa têkildarî Tirkiyeyê de weha hatiye gotin, "Divê rayedarên Tirk Osman Kavala demildest serbest berdin."
Dadgehkirina Kavalayî
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (SD/AY)