Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementoya Ewropayê (PE) duh êvarê li Strasbourgê rûniştineke bi navê “Têkiliyên navbera YE-Tirkiye” lidar xist.
Helwesta komên siyasî yên di PEyê de ew e ku Tirkiye ji ber “ji demokrasî û hiqûqê” dûr ketiye divê muzakereyên bo endambûna Yekîtiya Ewropayê were sekinandin.
Wê sibê (24ê Mijdarê) di rûniştina duyem de ji bo pêşniyaznameya ku bi înîsiyatîfa Sosyalîst û Demokratan (S&D) hatiye rojevê dengdan pêk were.
PE bi tena serê xwe nikare muzakereyên navbera YE-Tirkiyeyê de bide sekinandin an betal bike.
Biryara dawî ji hêla lîderên dewletên endamên YEê ve tê dayîn. Lêbelê ev biryara PEyê wê gelek bandorî biryara YEyê jî bike.
Kati Piri: Ji bilî sekinandina muzakereya ti alternatîf nema
Raportora Tirkiyeyê ya PEyê Kati Piri ku hefteya borî ji ber rayedarên tirk nexwestin pê re hevdîtin bikin û ji ber vê ziyareta PEyê jî betal kirin di rûniştina duh de axivî û got: “Li Tirkiyeyê rewşa herî dawî nîşanê me dide ku ji bilî sekinandina muzakereyan zêdetir ti alternatîf nîn e.”
Derbarê têkiliyên aborî yên navbera YE-Tirkiyeyê de
Manfred Weber ê li ser navê EVP Koma muhafezekar a PE’yê axivî û diyar kir ku di mijara pêkanînên ekonomiyê ya li ser Tirkiyeyê di rewşekî wisan de ye ku ji Rûsyê zeîftire. Weber destnîşan kir ku li şûna rawestandina muzakereya endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê pêkanînên ekonmîk li ser bidin meşandin hê wê baştir be.
(AS/YO)