Fotograf: Bedlîs, 15ê Adara 2022yê/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) hişyarî daye: Wê ji 17ê Adarê, roja pêncşemê û pê de dîsa li Tirkiyeyê berf û baran bibare. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê şilî wê bandorê li herêma Marmara, Behra Reş û Rojhilatê Anatolyayê bike û car caran wê berf bibare.
Piştî ku MGMyê daxuyanî daye bi demeke kurt li hin bajaran barîna berfê destpê kiriye û ji ber bandora berfê, îro (16ê Adarê) li hin bajaran dibistan wê girtî bin. Bajarên ku îro wê dibistan girtî ev in:
■ Wan: Dibistanên seretayî û navîn ên li navçeyên Rêya Armûşê û Artemûtê.
■ Rîze: Hemû dibistanên fermî û taybet, (seretayî, navîn, lîse), betlaneya ku li navendên perwerdeya gelî, navendên perwerdeya taybet û rehabilîtasyonê, kursên perwerdeya taybet, kursên piştgirî, perwerdekirin û xurtkirina dibistanên fermî û taybet û kursên wesayitên bimitor dewam dikir, ji bo rojeke din hatiye dirêjkirin.
■ Ordû: Li hemû dibistanên li navçeyên Akkuş, Aybastı, Çamaş, Çatalpınar, Çaybaşı, Gölköy, Gürgentepe, İkizce, Kabadüz, Kabataş, Korgan, Kumru, Mesudiye, Ulubeyê, li navçeya Perşembeyê xwendekarên bi wesayitên veguhastinê diçin dibistanan, li gund û gundewarên li navçeyên Altınordu, Fatsa, Ünyeyê xwendekarên bi wesayitên veguhastinê diçin dibistanan wê îro di betlaneyê de bin.
■ Gîresûn: Ji ber barîna berfê li 5 navçeyan hemû dibistan, li 7 navçeyan jî dibistanên gundan wê îro girtî bin.
■ Agirî: Li hemû dibistanên gundên Agiriyê wê perwerde îro pêk neyê.
■ Trabzon: Li navçeyên Çaykara, Dernekpazarı, Düzköy, Hayrat, Köprübaşı, Maçka, Şalpazarı û Tonyayê hemû dibistan, li navçeyên Araklı, Arsin, Of, Sürmene û Yomrayê xwendekarên bi wesayitên veguhastinê diçin dibistanan, wê îro di betlaneyê de bin.
Li Enqereyê wê ji pêncşemê û pê de berf bibare
Li gorî texmînan, li Enqereyê wê ji roja pêncşemê û pê de berf bibare. Pileya germayê wê ji roja înê û pê de li tevahiya Tirkiyeyê kêm bibe û bi qasî hefteyekê di bin asta normal a demsalê de be.
Li Stenbolê jî piştî înê wê berf bibare
Li Stenbolê destpêkê wê baran bibare û piştî înê wê şilope û berf bibare. Çav li rê ye ku heta serê hefteya pêş berf bibare.
Çav li rê ye ku li Îzmîr ewr zêde bibin, li bakur û navendê car caran baran bibare û piyela hewayê di jêr normala demsalê de be.
Li peravên Behra Reş wê berf bibare
Meteorolojiyê her weha hişyarî daye û gotiye ku wê li der û dora Trabzon, Rîze û Artvînê berf bibare. Li gorî heman zanyariyê çav li rê ye ku sibê, derengê şevê berfeke xurt bibare û li derên bilindtir ev berf zêdetir be.
Pileya germahiyê li tevahiya Tirkiyeyê wê kêmtir be
Ji ber ku li rojavayê wê ba ji hêla bakur û bakur-rojhilat de xurt be û car caran bibe bager, wê hefteya pêşiya me pileya germahiyê jî kêm bibe. Li gorî texmînan, pileya germahiyê, ji rewşa asayî ya demsalê wê di navbera 4 û 8 pileyan kêmtir be.
Ji bo aşûtê welatî divê baldar bin
Ji ber vê rewşa hewayê wê di çûn û hatinê de pirsgirêk derkevin û li hin deveran wê qeşa çêbibe û erd bûzê bigire, li hin deverên bilind dibe aşût bikeve û ji ber wê jî divê welatî li beramberî van rewşan hişyar bin. (AEK/FD)