Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
14 rojnamegerên ku ji bo rojnameya Ozgurlukçû Demokrasîyê kar dikirin têne dadkirin. Dadgehekê 14 sal û 4 meh cezayê girtinê daye rojnamegeran.
23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ceza daye rojnamegeran. Li gor nûçeyeka Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê berpirsê rojameyê Ihsan Yaşar, edîtorên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî û Reyhan Hacioglu ji girtîgehê ji bo dadgehê hatine birin. Rojnamegeran diyar kirine ku “hemî karên ew pê têne sûcdarkirin karên rojnamegerîyê ne. Hemî jimarên rojnameyê ji bo dozgerîyê hatine şandin û bi wî awayî hatine weşandin.”
Sê sal mehek û 15 roj
Dadgehê bi sûcê “alîkarîya rêxistina terorî” ceza daye Hicran Urun, Reyhan Hacıoğlu û İshak Yasul. Her yek ji rojnamegeran sê sal mehek û 15 roj cezayê girtinê standiye.
Polîsan bi ser navendê de girtibû
Polîsan bi ser çapxane û navenda rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê yên li Beyogluyê de girtibû.
Li gor nûçeya Jin Newsê xwediyê imtiyaza rojnameye Ozgurlukçu Demokrasiyê İhsan Yaşar, xebatkarê Çapxaneya Gunê, Kasım Zengin û xebatkarên çapxaneyê Kemal Kurt, Erdoğan Zamur, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdöğen, İrfan Karaca, Mehmet Emin Sumeli, xebatkarê berê yê çapxaneyê Olcay Sarikaya û li Amedê Uğur Selman Kelekçiler hatine desteserkirin.
Polîsên hêza taybet siet 00.30ê dest bi operasyonan kiribû.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê operasyona polîsan heta siet 3yê dom kiribû.
Qeyûm hatibû erkdarkirin
Piştî ku polîsan bi ser rojname û çapxaneyê de girtine bi çend rojan, biryara dadgehê ya erkdarkirina qeyûm ji bo rojnemeya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê hate aşkerekirin.
Biryara erkdarkirina qeyûmî ji hêla 7emîn Dadweriya Cezayan a Silhê ya Stenbolê ve hatiye dayin û ew hincet hatiye nîşan ku derbarê Efrînê de nûçe hatine çêkirin û weşanên derbarê wan de biryara berhevkirinê hene dihatin weşandin.
Li ser serlêdana parêzeran a li Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, piştî operasyonê bi 9 rojan biryar gihiştiye ber destê parêzeran. Di biryarê de gelek beş hatine sansurkirin û dane parêzeran. Hinceta vê jî wiha hatiye diyarkirin ku “ji ber di biryarê de hin xalên nepenî hene tenê fotokopiya beşên peywendîdar hatine dayin”.
Di heman biryarê de hatiye destnîşankirin ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, 23yê Adarê ji hêla 7emîn Dadweriya Cezayan a Silhê ya Stenbolê ve ji bo rojname û çapxaneyê qeyûm hatiye erkdarkirin.
Di saetên sibehê yên 28ê Adarê de polîsan girtibû ser rojname û çapxaneyê. Erkdarên saziya dewletê ya darayî (TMSF) ji parêzeran re gotibûn ku wan dest daniye ser rojname û çapxaneyê.
TMSFyê dest danîbû ser rojnameyê
Di biryarê de hatiye îdiakirin ku “xwedîyê rojnameyê, rayedarên şîrketa belavkirinê û berpirsên rojnameyê weke endamên rêxistina terorê tevgeriyane” û biryar hatiye girtin ku wan dest daniye ser hemû mal û milkên şîrketa rojnameyê.
Di biryara dadweriyê de hatiye îdiakirin ku “şikeke xurt derbarê wî tiştî de heye ku sûc di çarçoveya xebatên şîrketê de hatiye kirin” û weke qeyûm rayedarên TMSFyê hatine erkdarkirin.(HA/MB)