Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê ya medyaya civakî de ragihand ku artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên li Şerîeya Rojava didomîne û herî kêm 9 filistîniyên din jî kuştin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ku duh danê sibê hêzên Îsraîlê li nêzî Kampa Penaberan a Balata ya li rojhilatê Nablusê di êrîşa hewayî ya li dijî wesayitekê de 5 filistînî mirine û di êrîşa li ser Kampa penaberan a Tulkerimê de jî 3 jê zarok herî kêm 4 filistînî hatin kuştin.
OHCHRYê got, "Li gorî agahiyên destpêkê, her du bûyer jî fikarên li ser kuştinên derqanûnî zêde dikin. Divê Îsraîl lêpirsîneke lezgîn, serbixwe û bi bandor bike. Divê qetlîamên derqanûnî yên li ser filistîniyan bi dawî bibin."
Şeva borî jî Xeze hat bombebarankirin
Di êrîşa bombeyî ya ku duh bi şev ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de li bajarê Refahê yê başûrê Xezeyê 19 filistînî ku piraniya wan zarok û jin in jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya ajansa WAFAya Filistînê di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.
(AS/AY)