Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” di 9ê Adara 2021an de dabûn destpêkirin. Nobet di roja 534emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Dayîk û kurê xwe serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin û piştî rêya 42 kîlometreyan, hatine pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan ji 8ê Tebaxê ve nedihiştin ku malbat di bin siya edliyeyê de nobetê bigire. Îro malbatê dîsa di bin siya edliyeyê de dest bi nobetê kiriye.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bersiv daye daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” û ev peyam parve kiriye:
“Partiya ku di navê wê de edalet heye, ezmûna xwe ya herî mezin dê li dijî dayîka ku li gel hemû zextan nehatiye bêdengkirin bide. Em ne di heman keştiyê de ne.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(EMK/AY)