Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Birêvebirina Navendî ya CHPê piştî ku 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind 4 sal û 11 meh û 20 roj cezayê Canan Kaftanciogluyê pesend kiriye, di saetên sibehê de civînek awarte li dar xistiye.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû piştî destpêkirina civînê çûye avahiya Serokatiya Bajêr a CHPê û li wir pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivandiye.
Îmamoglûyî li ser pirsa ‘biryara derbarê Canan Kaftancıogluyê de rasterast bi qezenckirina hilbijartinên Stenbolê ve girêdayî ye an na ?’ wiha gotiye: "Tiştên ku îro em rû bi rû ne, ne mimkun e ku em texmîn bikin ka çend mirov dê vê yekê ji bo kê bixwazin. Armanca biryara nehiqûqî ya ji aliyê komek ji mirovan ve hat dayîn, Stenbol e."
"Encama feraseta ku bi windakirina Stenbolê re destpê kir û her roj bi destwerdanên nehiqûqî dewam dike ye."(RT/AY)