Şîrketa Anonîm a Kanzakarî û Bazirganiya Derve ya KulpÊ, li herêma Hesendîn a navçeya Pasûr a Amedê xebatên xwe yên lêgerîna madenê didomîne. Her weha şîrket bê rapora Nirxandina Bandora Derdorî (ÇED) xebatên xwe birêve dibe.
Tevî neçariya hiqûqî, domandina xebatên kanzakariyê rastî berteka gel û rêxistinên hawirdorî tê. Gelê herêmê û ekolojîst bi daxwaza rawestandina madenê berxwedana xwe didomîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê Sabrî Kiliç, diyar kir ku gelê Pasûrê demeke dirêj e li dijî madenê li ber xwe dide.
Kiliç bilêv kir ku ji bo parastina xwezayê piştevaniya gelê herêmê dikin û got:
"Em ê heya dawiyê li dijî kanên madenan, kanên qûmê, Santralên Enerjiya Tavê (GES) û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ên tên xwestin li erdnîgariya Kurdistanê bên danîn bitêkoşin. Em ê nehêlin xwezaya me, hewaya me, çiyayên me, kevirên me û deştên me qirêj bikin. Di salên 90'î de bi darê zorê gel koçber kirin. Îro jî sermayedar dixwazin careke din koçberiyê li gel ferz bikin û ji ber vê mêrgên wan tune dikin. Em ê rê nedin vê."

Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê
25 gund mexdûr in
Ji gundê Nerçik ê girêdayî Hesendînê Selahattîn Kara bang li rayedaran kir û weha got:
"Li zozana me 25 gund hene, mirov heywanên xwe diçêrînin, lê em ji ber şîrketeke madenê perîşan bûn. Ez bang dikim; ji kerema xwe mudaxile bikin, gel mexdûr e, gel serî radike, em naxwazin em û leşkeran pev biçin. Sirf ji bo ku 4-5 kes zengîn bibin, 25 gund tên emxdûrkirin. Wiha nekin. Rapora ÇED'ê tune ye, şîrket li gor xwe dixebite. Tu ewraqên wê tune ne." Kara bang li gel kir ku xwedî li xwezaya xwe derkevin."
Ji gundê Helîneyê Mûsa Çîçek jî got: "Em ji bo mêrg û zozanên xwe hatine vir. Em naxwazin ev der ji aliyê çend şîrketan ve were talankirin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide me, em xwedî li xwezaya xwe derkevin."
(TY/AY)
