Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber Roja Derdorê ya Cîhanî WWF Tirkiye û Greenpeaceyê daxuyanîyek weşadiye.
''(Li Tirkiyeyê) Di sala 2017ê de ji 399 hezar û 25 kesên ji 30 salîyê pîrtir ên mirîn, 51 hezar û 574 kes ji ber pîsîya hewayê mirine. ev jimar heft qetê jimara wan kesên bi trafîkê mirîn e.
Li Stenbolê 5.851 kes mirîne
''Di hemn salê de li Stenbolê 5.851 li Bursayê 3.98 li Enqereyê 2.139 kes ji ber pîsîya hewayê mirîne.
''Sibeyê, 5ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanî ye. Li hemîya cîhanê ji her 10 kesan 9 kes hewaya paqij nakêşin.
''Li Çînê ji ber pîsîya hewayê emrê welatiyan 3 salan kurt bûye.
''Li Ewropayê sebeba sereke ya hewaya pîs dûkêla wesayitan e.
Nûnera Greenpeaceyê ya Behraspî, Deniz Bayramê gotiye:
''Li 81 bajarên Tirkiyeyê nîvê welatîyan di cejnê de hewaya pîs kêşaye pişaye xwe.''
(EMK/MB)