Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan di 29ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên wê de girtibûn.
Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatibûn şikandin û endamê Meclîsa HDP’ê Lîvan Orman, Hevserokê HDP’a Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclisa Ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Merdîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salih Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr hatibûn desteserkirin. Dema desteserkirinê ya 8 kesan ji bo 4 rojan hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Wan û Muglayê jî 4 kes hatibûn desteserkirin.
7 kes serbest bûne
Piştî îfadeya li dozgeriyê Ahmet Ayata, Orhan Ozonur, Dundar Guven bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî, Ahmet Bayazit, Arjîn Emektar, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mazlûm Buyukkaya, Mehmet Salîh Karatay, Mehmet Salîh Dîkmen, Roj Merdîn Bor û Savaş Goktur bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezê û Aştiyê hatine kirin.
Dadgehê biryara girtina Ahmet Bayazit, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mehmet Salîh Karatay, Mehmet Salîh Dîkmen daye û kesên din jî serbest berdaye.
Çi bûbû ?
Polîsan di 29ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên wê de girtibûn. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatibûn şikandin û endama Meclîsa Partiyê ya HDPê Lîvan Orman, Hevserokê HDPa Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclisa Ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Merdîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salih Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr desteser kiribûn. Dema desteserkirina wa ji bo 4 rojan hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Wan û Muglayê jî 4 kes hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê HDPyiyên ku ji 31ê Tîrmehê ve îfadeya wan a polîsan dest pê kiriye, ji ber xebatên xwe wan yên siyasî û qeydên telefonên bi îdîaya "endamtiya rêxistina terorê" hatine sûcdarkirin.
Piştî bi dawîbûna kirariyên îfadeyan, 8 kes sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. 4 kesên ku li Wan û Mûglayê jî bi SEGBÎS’ê îfade dan dozgeriyê. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê