Têkîliyên navbera Tirkiye-Îsraîlê ku ji ber krîza Mavi Marmarayê xera bûbûn, piştî ku ber bi başiyê ve diçe, balkêş e ku Serokomar Tayyip Erdogan jî derbarê krîza Mavi Marmarayê de gotin û feraseta xwe guherandin.
Erdoganî di axavtina xwe de Weqfa Alîkariyên Miroviyê (IHH) kir hedef û ji wan re got ku we ji serokwezîrê wê deme pirsî ku we keştiya Mavi Marmarayê şande Qazeyê.
Lêbelê piştî êrişa li dijî Mavi Marmarayê pêk hat Erdoganî di daxuyaniya xwe ya wê deme de gotibû ku wî bi xwe destûr daye ku keştiya Mavi Marmara biçe Qazeyê.
Duh
Erdoganî piştî êrişa li dijî Mavi Marmarayê Fetullah Gulenî jî sûcdar kiribû di axavtina xwe ya wê deme de wiha gotibû:
‘Wî (Gulen) digot ku divê ji wê otorîteyê destûr bihata girtin. Otorîte kî ye lo? Gelo otorîte hezkiriyên wî yên li başûr in an em in? Eger otorite em bin me ji xwe bo çûyîna keştiyê destur dabû. Lê li gorî wan otorîte Îsraîl e.’
Îro
Erdoganî di axavtina xwre ya duh de jî wiha got:
‘Gelo we ji serokwezîrê wê demê pirsî ku we wan pêdiviyên mirovî birin Qazeyê?’
‘Me ji xwe her tim pêdiviyan ji Qazeyê re dişandin û em niha jî dişînin. Lê me ji bo şov û nîşandana bejna xwe na, me her tiştî li gorî dîplomasiya navneteweyî pêk anî.’
Derbarê IHDê de
Weqf di sala 1992an de hatiye damezirandin. Li 135 welatan faliyetên xwe didomînin.
Di sala 2005an de ji hela Mudiriyeta Giştî yê Weqfan ve hêja xelatê hat dîtin.
IHH herî zêde bi Mavi Marmarayê û bi maşîneyên wan ên cebilxanebarkirî ku li Hatayê hatin girtin ve di rojevê de cih girt.
(EKN/YO)