Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Lazan vîdeok belavkiriye û tê de gotiye, “Di çarçoveya dersên Şêwezar û Zimanên Zindî de dersên bi lazî di bin banê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) de li polen 5., 6., 7.û 8em de tên dayîn. Hûn jî zarokan ji bo ku bi Lazî fêrbibin han bidin.
Vîdeo, bi etîketa #lazurinenaşeni* hatiye belavkirin.
Di nav dersên hilbijarî de lazî jî heye
Lijneya Terbîyê ya Hînkariya Wezareta Perwedeyê di sala 2013-2014an pê ve di pola 5em de lazî kiriye nava dersên hilbijarî.
Di sala 2013an de lazî, kurdî, adîgeyî û abazayî kirine nav dersên hilbijartî.
Li Findikliya Rîzeyê, Hopa û Arhavîya Artvînê xwendekaran weke dersa hilbijarî lazî hilbijartine. Di salên ewil de eleqeya xwendekaran zêde bû û di salên dawî de eleqe kêm bûye.
Tê pêşbînîkirin nêzîkî 30 hezar kesî bi zimanê lazî diaxivin. Li tevahiya Tirkiyeyê piraniya lazan li Rojhilatê Deryareş dijîn.(EMK/AY/FD)
*Ji bo lazî