Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), di daxuyaniya xwe ya bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên jiyan, perwerde, tenduristî û parastina civakî yên zarokan tên binpêkirin.
Sendîkayê aşkere kir ku karkeriya zarokan bi rêya Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) tê berbelavkirin û da zanîn ku li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), 37 zarokên ku di vê çarçoveyê de dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Parastina Zarokan: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn
Egîtîm Senê xwest ku zarok ji tundkarî, îstîsmar û kedxwariyê bên parastin, li dibistanan xwarina bêpere bê dayîn û mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bê misogerkirin.
"Karkeriya zarokan di bin navê perwerdehiya pîşeyî de tê rewakirin"
Sendîkayê diyar kir ku MESEM û dibistanên navîn ên pîşeyî zarokan ber bi wê ve dibin ku piraniya hefteyê bi mûçeyên kêm bixebitin û teqez kir ku mafê perwerdehiyê tê paşguhkirin.
Egîtîm Senê bal kişand ser wê yekê ku zarokên di çarçoveya MESEMê de di karên bêkontrol û metirsîdar de tên xebitandin û da zanîn ku li gorî daneyên MEBê 37 zarokan dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane û bi sedan zarok jî rastî qezayên kar hatine. Sendîkayê destnîşan kir ku ji ber ku hemû qeza nayên tomarkirin, dane tabloya rastîn nîşan nadin.

Yekem rêzefîlma anîmasyonî ya kurdî: "Pirsên Azad" wê di Zarok TVyê de dest pê bike
Egîtîm Senê diyar kir ku daneyên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG) jî zêdebûna kuştinên zarokan ên li kar radixin pêş çavan û bang kir: "Divê demildest dev ji vê sepanê bê berdan ku tê wateya rewakirina karkeriya zarokan bi destê dewletê."
Daxwaza xwarina bêpere li dibistanan
Egîtîm Senê destnîşan kir ku hejariya zêde û buhayên bilind ên xwarinê rê li ber têrxwarina zarokan digirin û teqez kir ku xwarina bitendurist ne alîkariyeke civakî ye, mafekî bingehîn e ku dewlet bi dabînkirina wê berpirsyar e.
Sendîkayê bal kişand ser wê yekê ku kêmxwarinî dikare bibe sedema pirsgirêkên pêşketina fîzîkî û derûnî, têlçûna balê û zehmetiyên fêrbûnê ya zarokan. Her weha xwest ku ji bo pêkanîna wekheviya di perwerdehiyê de li dibistanan xwarineke tendurist a bêpere û ava paqij bên dayîn.

FİSA: Di sê mehan de 239 zarok mirine
Bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê
Egîtîm Senê anî ziman ku şerhên Tirkiyeyê yên li ser xalên 17, 29 û 30î yên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, mafên perwerdehî û nasnameya çandî yên zarokên ku xwedî zimanên dayîkê yên cuda ne sînordar dikin.
Sendîkayê diyar kir ku zarokên penaber û xwendekarên ku xwedî nasnameyên çandî yên cuda ne di perwerdehiyê de rastî cudakariyê tên û got ku dûrketina ji prensîbên perwerdehiya zanistî û laîk jî bandoreke neyînî li gihîştina perwerdehiya bikalîte dike.

2025: Zarokan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?
Egîtîm Senê bal kişand ser wê yekê ku zewacên bi darê zorê yên di temenê zarokatiyê de, îstîsmara zayendî, karkeriya zarokan û girtinên li dijî zarokan didomin û xwest ku Tirkiye şerhên xwe yên li ser peymanê rake û polîtîkayên giştî yên ku prensîba "berjewendiya bilind a zarokî" esas digirin bixe meriyetê.
(NÖ/AY)





