Ji DMMEyê ji bo Kavala biryara xwe ya duyemîn da: “Divê demildest serbest bê berdan”
Daireya Mezin a Dadgeha Mafên Meravan a Ewropayê (DMME), biryara xwe ya ji bo serlêdana duyemîn a Osman Kavala ku ji sala 2017an vir ve di girtîgehê de ye, aşkere kir.
Di serlêdanê de, behsa îdiayên binpêkirinê yên têkildarî pêvajoya darizandinê û girtîmayîna piştî biryara DMMEyê ya sala 2019an a binpêkirinê, hatiye kirin.
Dadgeha Bilind biryar da ku mafên Kavala careke din hatine binpêkirin û got, "Divê demildest serbest bê berdan."
DMME, biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere dike
Daireya Mezin, li hember 2an bi 15 dengan biryar da ku xala 10an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku azadiya derbirînê diparêze û xala 11an ku azadiya civîn û rêxistinbûnê diparêze hatine binpêkirin.
Dadgehê bi heman piraniya dengan biryar da ku xala 6an a li ser mafê darizandina dadwerane, xala 5an a li ser mafê azadî û ewlehiyê û xala 18an ku qedexe dike mafên di Peymanê de ji bo armancên nediyar bên sînordarkirin jî hatine binpêkirin. Her weha ji ber cezayê heta hetayî yê girankirî yê ku tu derfeta tehlîyeyê nade Kavala û rê li ber girtiye jî, dadgehê biryar da ku xala 3an a PMMEyê hatiye binpêkirin ku qedexeya êşkence û muameleya xirab li xwe digire.
Tenê darazvan Saadet Yuksel (Tirkiye) û Faris Vehabović (Bosna û Hersek) dijî biryarê derketin û şerh danîn.
AYMê biryar neda, tenê nediyarî dirêj kir
Daireya Mezin di biryarê de tomar kir ku rewşa Kavala “bi temamî istîsnayî ye”. Diyar kir ku Kavala ji 18ê Cotmeha 2017an vir ve zêdetirî heşt sal û nîvan e bi awayekî berdewam ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin.
Dadgehê bibîr xist ku Kavala di 9ê Hezîrana 2022an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Wî di serlêdana xwe de li dijî girtîbûna xwe îtiraz kiribû û xwestibû ku derfeta pêşengiyê bidin doza wî. Dadgeha Bilind bal kişand ser wê yekê ku AYMê heta îro tu biryar nedaye û dosye çar sal in di bendewariyê de hatiye hiştin.
DMMEyê weha got: “Dadgehê (AYM), piştî ku doz di 25ê Tîrmeha 2023an de girt rojeva xwe, di Lijneya Giştî de demildest taloq kir. Bi vê yekê re jî darizandin û nediyariya li ser girtîbûna demdirêj a serlêder dirêj kir.”
DMME, biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere dike
DMMEyê di biryara xwe de cih da vê yekê jî ku serlêdana takekesî ya duyem a Kavala ku di 24ê Votmeha 2023an de pêşkêş kiribû û vê carê derbarê bêparhiştina ji azadiyê ya ji ber mehkûmiyetê bû, nêzî 3 sal in li bendê ye. Dadgehê di mercên vê doza berçav de ev dem "bi eşkereyî pir zêde" nirxand.
DMMEyê rexne li AYMê girt ku dosyayên li ser azadiya kesane û biryarên nayên bicihanîn nagire rêza pêşîn. Dadgehê bi bîr xist ku divê dewlet biryarên DMMEyê "bi temamî, bi lez û bi bandor" bi cih bînin. Her wiha diyar kir ku bicihneanîna van biryaran, binpêkirina mafan a hêyî hê dirêjtir dike.
DMMEyê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye
Dadgehê diyar kir ku Kavala ji derfeta çareseriyeke bi bandor a di dema xwe de hat bêparhiştin. Ji ber wê yekê, biryar da ku serlêdana wî ya li Strasbourgê ku bêyî li benda biryara AYMê bimîne kiribû, nikare wek hincet li dijî wî bê bikaranîn û îtiraza Hikûmeta Tirkiyeyê ya ku dibêje "rêyên hiqûqa navxweyî nehatine qedandin" red kir.
Tê nûkirin...
Cemre Nayir di danişîna yekem de bi şertê kontrola edlî serbest bû
Hewldana 78an: Divê Taksîm bi qanûnî bibe Qada 1ê Gulanê
Rojnameger Tugçe Yilmaz: Tişta ku li vir tê darizandin pîşeyê min e
Astengiya aboriyê a li pêşiya lêgerîna edaletê: Xerciyên pisporan ên di dozên jîngehê de bi mîlyonan e
“Wergirtina telîfê nabe hêcet ji bo sûcdarkirina bi endametiya rêxistinê”