Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bang li partiyên siyasi kiriye.
DIERGê diyar kiriye ku divê her partiyek di parlamentoyê de ye girîngiyê bide cudahiyên zimanî û çandî û wiha gotiye: "Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê hemû partiyên siyasî îradeya xwe nîşan bidin."
Daxuyaniya DÎERGê weha ye:
- Her partiyeke siyasî ku li Meclîsê ye bêyî îstisna du meh beriya hilbijartinên 2023an divê pêşniyara me ji hev serbixwe bixe nava bernameya partiya xwe û ragihîne .
- Her çend di vê heyamê de ne di Meclîsê de bin jî, em pêşniyar dikin ku partiyên siyasî yên ku dixwazin di hilbijartina pêş de beşdarî Meclîsê bibin du meh beriya hilbijartinê di bernameya xwe de cih bide pêşniyara me û ragihîne.
"Em ê li bendê bin ku her yek ji 13 partiyên siyasî yên li Meclîsê bêyî îstîsna 2 meh beriya hilbijartinê daxwaza me bixin nava bernameya xwe. (RT/AY)