Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag de îdianame hat amadekirin.
Li gorî îdianameya hatiye amadekirin ji Demirtaş re 142 sal, ji Yuksekdag re jî 83 sal ceza tê xwestin.
Tê zanîn ku piştî parêzbendiya bi dehan parlementerên HDPê hatibû rakirin, Hevserokên Giştî yên HDPê di 4ê Mijdarê de bi biryara 2. Dadweriya Sulh Cezayê ya Amedê ve hatibûn girtin.
Îdiname
AAyê di nûçeyê xwe de ragihand ku Selahattîn Demirtaş bi îdiayên ‘rêvebirê rêxistina terorî ye’, ‘ji qanûna civîn û meşê re muxalefet kiriye’, ‘gel texrîkê kîn û dijmintiyê kiriye’, ‘pesna sûc û sûcdaran daye’ ve tê sûckirin.
Di îdianeya Yuksekdag de jî heman îdia cih digirin. Ji xeynî wan ji ber ku beriya bûyerên Kobanê yên 6-8ê Mijdara 2015an de beşdarê civîna MYKê ya partiya xwe bûye û di bin biryara hatiye hilanîn de îmzeyê wê jî heye ji ber bûyerên qewine weke berpirsyar tê sûcdarkirin.
Demirtaş û Yuksekdag jî tê de 12 parlementerên HDPê girtî ne.
(YY/YO)