Lijneya Dîsîplînê ya Bilind (YDK) a Partiya Gel a Komarî (CHP), di civîna ku îro pêk anî de biryar da ku 48 kes ji partiyê bên derxistin.
Li gorî nûçeya TV100ê, Lijneyê ceza li Serokê Berê ê Bajarê Bedlîsê Metin Guzelkaya û Endamê Berê ê Meclîsa Partiyê (PM) Ozan Varal ne birî.
Di Tebaxê de ji bo dîsîplînê hatibûn şandin
Bi biryara tedbîrê ya ku Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Enqereyê di 21ê Gulanê de dabû, Kemal Kiliçdaroglu erka Serokatiya Giştî ya CHPyê girtibû ser milê xwe. Ozgur Ozel û 91 parlementerên ligel wî de di 24ê Tîrmehê de ji CHPyê veqetiyabûn û Partiya Nû ava kiribûn. Hin rêveberên berê yên partiyê ku nêzî Ozel bûn jî endametiya xwe ya CHPê domandibûn.
Meclîsa Partiyê ya CHPê, di civîna xwe ya 26ê Tebaxê de bi daxwaza derxistina teqez û bi tedbîr 49 kes sewqî YDKyê kiribûn.
Di nav kesên ku hatibûn sewqkirin de Sekretera Giştî ya Berê Selin Sayek Boke, Cîgira Serokê Giştî ya Berê Gul Çiftci, Seroka Giştî ya Berê ya Baskê Jinan Aylin Nazliaka, endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Yalçin Karatepe, Zeliha Aksaz Şahbaz û Yankı Bagcioglu jî hebûn.
Berdevkê CHPê Muslim Sari piştî biryarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wan derbarê kesên ku endametiya wan a partiyê berdewam dike lê ji bo partiyên din ên siyasî dixebitin de pêvajoya dîsîplînê daye dest pê kirin.
Sari anî ziman ku ew xebatên endamên CHPyê yên ji bo partiyên din ne exlakî dibînin û van çalakiyan di çarçoveya bendên dîsîplînê yên partiyê de dinirxînin.
Kesên ku ji bo dîsîplînê hatine şandin
Navên wan 49 kesên ku di 26ê Tebaxê de ji bo YDKê hatibûn kirin ev in:
Ali Abbas Ertürk, Asiye Ergül, Aylin Nazlıaka, Bahattin Bahadır Erdem, Barış Övgün, Bedirhan Berk Doğru, Berk Kılıç, Burcu Mazıcıoğlu, Canan Taşer, Cansel Çiftçi, Ecevit Keleş, Elif Leyla Gümüş, Emine Uçak Erdoğan, Güldem Atabay, Hikmet Erbilgin, İlhan Cihaner, Kerim Rota, Kübra Gökdemir, Mahir Yüksel, Melisa Uğraş, Meryem Gül Çiftci Binici, Nazan Güneysu, Ozan Işık, Önder Kurnaz, Polat Şaroğlu, Selin Sayek Böke, Sercan Çığgın, Serkan Özcan, Sevgi Kılıç, Sinem Kırçiçek, Tolga Sağ, Turgay Özcan, Uğurcan İrak, Uygar Parçal, Yalçın Karatepe, Zeliha Aksaz Şahbaz, Tuğçe Hilal Özkan, Yankı Bağcıoğlu, Baran Seyhan, Emre Kartaloğlu, Ozan Varal, Emre Yılmaz, Pınar Uzun Okakın, Oya Ünlü Kızıl, Deniz Çakır, Remzi Kazmaz, Oğuzhan Cenan, Aysemin Gülmez ve Mesut Kırşanlı.
(VC/AY)


