Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Alîkara Seokê Giştî ya CHPê û Berdevka CHPê Selin Sayek Boke derbarê operasyona TSKê ya li dijî Cerablusê de daxuyanî da.
Sayek Boke got: “Ne mimkûn e ku mirov bêje li Tirkiyeyê li dijî hucreyên DAIŞê têkoşîn tê kirin. DAIŞ li orta Stenbolê seyran dike û kovara xwe diweşîne. Rojnameger û hunermend tên girtin lê endamên DAIŞê serbest tên berdan.”
“Di warê têkoşîna li dijî DAIŞê de dereng man”
Berdevka CHPê Selin Sayek Boke dema navber dan civîna MYKê ya partiya xwe daxuyanî da. Axavtina wê bi vî rengî ye:
“DAIŞ e him ji bo Tirkiyeyê him jî ji bo hemû herêmê tehlûkleya herî mezin e. DAIŞ rêxistinike wehş e. Li hemberî wê rêxistina wehş de him li derve him jî li welêt di warê têkoşînê gelek dereng mayîne. Em bang li hukimetê dikin ku ne tenê li Cerablusê bila li welêt bi xwe jî li dijî DAIŞê têkoşînê bike.”
“Hukimet hê nikare navê rêxistina ku bi navê DAIŞê hatiye damezirandin bîne ziman. Li 70 bajêran gelek kes tevli DAIŞê dibin lê çavên xwe ji vê yekê re digirin.”
“Rojnameger tên girtin lê endamên DAIŞê serbest tên berdan”
“DAIŞ li orta Stenbolê seyran dike, kovara xwe çap dike. Di nav wê kavara xwe de gelek saziyên sivîl û endamên wan weke hedef dide nîşan.
“Ropjnameger û hunermend tên girtin lê endamên DAIŞê serbest tên berdan. Ma qey em mecbûr in ku zarokên xwe, leşkerên xwe li Sûriyê li dijî DAIŞê têxin nava bîra bê bîr.”
“Em nikarin gelê xwe biparêzin”
“Em nikarin li axa xwe gelê xwe li dijî wê rêxistinê biparêzin. Hukimet jî li hemberî wê rêxistinê têkoşîneke têr û tijî pêk neaniye.
“Em careke din bi awayekî zelal bangewaziya xwe dûbare dikin ku divê hukimet ne tenê li Cerablusê, li welêt jî li hemberî DAIŞê têkoşînê bike.
“Xwezî em mafdar nebûna lê ji ber polîtîkaya derve ya mezheperest ku tê meşandin, ji can û malên xwe dibin. Xwezî gelê Tirkiyeyê vê berdêlê neda.”
“Pêwistiyame heye kuı em tişteke bînin bîra xwe. Ji bîr nekin ku raporên CGPê yên derbarê Sêmsûr û Pirsûsê de hene. Gelek hişyariyên me yên beriya teqîna li Enqereyê di wan raporan jî cih girtibûn.”
(AS/YO)