Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Andrej Hunko ku di nava heyeta 23 kesan a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ji bo şopandina referandûmê şandibû Tirkiyê de bû li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.
Hin rojnameyan fotografên Hunko yên kevn weşandibûn ku li ber ala PKKê hatibû kişandin.
Hunko di nava wê heyetê de cî digirt ku ji bo çavdêriya Referandûma 16ê Nîsanê hatibû Tirkiyê.
“Dixwazin min weke sempatîzanê PKKê nîşand bidin û navê min reş bikin”
Hunko di daxuyaniya xwe de got, “Piştî ku min di nava heyeta şopandina hilbijartinê Tirkiyê ya Konseya Ewropayê de cî girt, alîgirên AKPê bi kampanyeya ku kesayita min nerewa dike re dixwazin navê min weke sempatîzanê PKKê nîşan bidin”.
“Çavuşoglu weke endamê me yê berê dizane”
Hunko di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu beşdarî kampanyeya reşkirinê dibe û wiha got, “Halbukî weke endamê berê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dizane ku Konsey PKKê weke rêxistina terorê nabîne”.
Hunko armanca kampanyeya reşkirinê ya li hemberî xwe weke “belavkirina nîqaşên li ser referandûmê” nîşan da.
“Fotografê min ê bi ala PKKê di 2014an de hat kişandin”
Daxuyaniya derbarê fotografê ku hin medyaya Tirkiyê weşandin wiha ye:
“Ji bo kesên ku wateya resmê min ê bi ala PKKê dixwazim vebêjim: Resim di Cotmeha 2014an de bi armanca protestokirina krîmînalîzekirina sembolên PKKê û gelek saziyên din Kurd hatiye kişandin.
“Di xwenîşandana li Kolnê de armanca ne diyarkirina sempatiya bi PKKê re bû, lê qedexekirina sembolên gelek rêxistinên Kurd bû ku PKK jî di nav de”. (HK/FD)