Di meha Gulanê de li ser hev konser û çendîn bernameyên din ên çand û hunerê hatin qedexekirin û astengkirin. Beşeke mezin a van konser û bernameyên hatine qedexekirin, yên bi kurdî bûn. Du konserên Aynûr Doganê, du yên Apolas Lermiyî, la Mem Ararat, ya Metîn – Kemal Kahraman, Melek Mosso, Bûrhan Şeşen, Niyazî Koyûncû û lîstika “Don Kîxot” a Şanoya Bajêr a Amedê beşek ji van bernameyan e.
Hinek ji van konseran û bernameyan bi mehneya ‘bêexlaqîyê’ yên kurdî jî bi mehneya “pirsgirêkên teknîkî’ hatin astengkirin û qedexekirin. Endama Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata, muzîkjena JinMayê Helîn Kiliçarslan û Parêzer Mesut Beştaş behsa sedem û encamên van qedexeyan kirin.
Ayata: “Hunera kurdî di bin sîwana qedexekirinê de ye”
*Salîha Ayata
Endama Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED) Salîha Ayatayêastengî û qedexeyên li ser bernameyên çand û hunera kurdî weke “êrîşên li ser neteweyê” bi nav kir: “Mirov, gelekî bi ziman, çand, wêje û hunerê nas dike. Ev nasneme reng didin neteweyekê. Eger ku yek bixwaze netewekê ji holê rake, erişî çand, huner û zimanê wan dike. Çand, huner û ziman wek nan û av pêwîst e. Hewcê ye ku hemû kes nasnameya xwe biparêze. Lê dema ku em bi gistî li polîtîkayên heyî binêrin, ev polîtîkaya ji bo me ne nû ye. Bi salan e çand û hunera kurdi di bin sîwana qedaxekirinê ye.”
“Pirsgirêk ne tiştên ku tê afarandin e. Pisgirêk ziman e”
Ayatayê diyar kir ku di demên dawiyê de êrîşeke tund û xurt tê kirin: “Lê meha dawî bi her awahî çand û hunera kurdî hate qedaxekirin. Şanoya kurdî, stranên kurdî, wêjeya kurdî her tim tê astengkirin. Şanoya ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’, ‘Bêrû’, ‘Don Kixot’ û gelek şano ji aliyê saziyan tên qedaxekirin. Gava ku ev listik bi îngîlîzî, fransizî, elmanî ango zimanekî din tên listin ne pisrgirêk e lê gava ku wergerî kurdî dikin, astengiyan derdixin holê. Ev tişt hewce ye ku baş bê şîrovekirin. Pirsgirêk ne tiştê ku tê afirandin e. Pirsgirêk ziman e. Ji bo muzîka kurdî jî heman tişt heye. Bi taybetî hunermendên jin li qada navnetewî wek kurd tên naskirin. Lê ji ber ku stranên wan bi kurdî ne û ew kurd in li hinek bajaran tên qedaxekirin.
“Konseptek li hemberî çand û jinan heye”
“Di rewşa heyî de bi taybetî li hember çand, huner û jinan polîtîkayek tund heye. Li gorî polîtîkaya heyî, eger ku jin ne li gorî hişmendiya wan bin, naxwazin ew jin bên xuyakirin. Dixwazin ku dîzayna civakê ji jinan bidin destpêkirin. Ev qedexekirin ne tenê ji bo çand û hunera kurdî ye. Îro ji bo çand û hunera tirkî jî qedexe heye. Li Rojhilata Navîn di sala 21an de Melek Mosso nikare stranên xwe li qadan bêje. Ji ber ku cil û bergên Mosso ne li gorî pîvana politikaya heyî ye. Dixwazin ku li ser cil û bergan civakek nû ava bikin. Pirsgirêk li vir ne exlaq û huner e. Pisgirêk bêtehamuliyali dijî çand û hunerê ye.”
“Rêalîteya politîkayê ji civakê dûr e”
Ayatayê bal kişand li ser hin kar û barên partiya desthilat û şaredariyên wan ku van kar û baran bi kurdî dikin û ev weke “nakokî” nîşan da: “Qeymeqamiya Cizîrê li ser malpera xwe ‘Hûn bi xêr hatin bajarê Mem û Zîn ê’ dinivîsîne lê lîstîka ‘Mem û Zînê’ qedexe dike. Realîteya civakê tiştekî din ê lê nezîkbûna polîtîkayê tiştek din e.
“Li vê derê sekna hunermendên jin û kurd gelek girîng e. Dengbêj Xalîdeya ku hate desteserkirin, piştî serbest bû roja ewilî got, ‘Ez wek jineke kurd heme û ez ê her tim hebim û stranên xwe bistirîm.’
Parêzer Beştaş: “Biryaran li ser du xalan didin"
*Mesût Beştaş
Ji bilî walîtiyan, şaredariyan jî bernameyên çand û hunerê qedexe kirin û asteng kirin. Parêzer Mesût Beştaş ji bo van biryaran diyar kir ku “ev ne hiqûqî ye”: “Di demên dawî de gelek hunermend û stran tên qedexekirin. Lê di biryarên têna dayîn de em dibinin ku ti tiştekî hiqûqî tune ye. Dixwazin ku li gorî biryarên xwe şekil bidin hiqûqê. Li gorî wan kesên ku ne li gorî hişmendiya wan bin, ew wan îzole dikin.
“Biryarên qedexekirinê li ser 2 xalan didin. Yek li ser ziman û yek jî li ser navê ‘bêexlaqî’yê ye. Li ser zimanê kurdî ji kurdan re dibêjin hûn ‘Di vî welatî de ne esil in’. Ez van kiryaran wek erîşekê pênase dikim. Ev kiryar li hemberê jiyana mirovan û felsefeya mirova ne. Desthilat çavê xwe girtiye û dixwaze îdelojiya xwe li ser gel ferz bike. Eger ku bertekek neyê nîşandan wê bibe sedama hilweşandina avakirina civakî.”
“Desthilat xwe wekî qanûndaner dihesbîne”
Beştaş di dawiya axaftina xwe de got: “Desthila xwe wekî qanûndaner dihesbîne. Ji ber vê yekê xwe bi çi qanûnan ve girêdayê his nake. Zagon ji ber ku ne li gorî têgiştina wan a jiyanê ne, ji ber van sedemên neberbiçav ji xwe re mehneyan çêdikin. Ev tişt ne qanûnî ye, berovajî vê yekê li dijî hiqûqê ye.”
Hêlîn Kiliçarslan: “Ji çand, hunerê û jinan ditirsin”
*Hêlîn Kiliçarslan / Facebook
Muzîkjena JinMayê Hêlîn Kiliçarslanê jî bi van gotinan rewş nirxand: “Armanc tunekirina çandê ye. Hişmendiya niha jî dît ku çand û huner bi taybetî ya jinan gelek balê dikşîne. Ev hest kelecantiyekê dide gel û em zêdetir xebatên xwe didomînin. Vî tiştî jî ew tirsand. Ji jinan û çand û hunerê gelek ditirsin.” (SY/FD)
*Fotograf: Semra Yansit / bianet