Fotograf: Twitter
Komîsyona 21ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî wê li Amed, Wan û Cizîrê mitîngan li dar bixe. Komîsyonê ji bo “kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” di 22yê Sibatê de kampanyayek dabû destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Komîsyonê daye wê mitîng di bin navê “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsala 21emîn bibe sedsala zimanê kurdî” pêk werin. Komîsyon wê 3yê Hezîrana 2021an pêşiyê li Cizîrê, 4ê Hezîranê wê li Wanê û 7ê Hezîranê jî wê li Amedê mitîngê li dar bixe.
Ji bo mitîngên Wan û Cizîrê serlêdanên fermî hatine kirin û ji bo ya Amedê jî wê 31ê Gulanê serî li saziyên fermî bidin.
Derbarê Kampanyeya Zimanê Kurdî de
Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di roja 22yê Sibatê de ango Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de ji bo ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.
Mîthat Sancar, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Osman Ozçelîk, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Ji Platforma Demokratên Kurd- Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak, Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, gelek nivîskar, zimannas û rêxistinên sivîl tevlî civîna ku li Demîr Otela Amedê pêk hatibû, bûbûn.
Daxuyaniya ji bo kampanyaya îmzeyan, Şerefxan Cizîrî Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî li ser navê Komîsyona 21ê Sibatê xwendibû û wiha gotibû:
“Em bi pêşengiya ‘Platforma Zimanê Kurdî’ û ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ kampanyaya îmzayê ya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’ destpêkirin. Kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.
“Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi milyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye. Di vê kampanyayê de imzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd ewqasî mezin bibe. Li hemû deverên cihanê jî wê dengê gelê Kurd hîna xurtir bibe.” (FD)