Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Celal Savurê Şirnexî dema ku 16 salî bû li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê pêl mayinekê kir. Bi dijwarî birîndar bû.
Celal niho bûye 28 salî Dadgeha Mafêmn Mirovan a Ewropayê(DMME) ji bo wî biryar da.
Dadgehê biryar da ku lêkolîna ji bo binpêkirina mafê jiyanê îxmal nehatine kirin. Ji bo mexdûrî tezmînat dê neyê dayin.
Dozger: Zarokê birîndarbûyî berpirs e
Celal Savurî piştî ku di 21 Çiriya Pêşiyê ya 2005ê pêl mayinekê kir. Destên wî jê bûn û çavên wî kor bûn.
Malbata savûrî serî li Dadgeha Hezexê da lê dozgerî biryar da ku berpirsê bûyerê kurikê mayoin lê teqiyayî ye.
Dadgeha Bilind eşkere kir ku tabelayeka hişyarkirinê li cihê bûyerê hebûye ji ber wê dewlet ne berpirs e.
Li gor hejmarên Hewildana Tirkiyeyeka Bêmayin, li Tirkiyeyê milyonek û 101 hezar û 389 mayin hatine çandin.
Li Tirkiyeyê li gor ji 10 hezaran zêdetir kesên mexûrên teqîna mayinan hene.(AS/MB)