Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Lêkolînên Kurdî di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de wê dest bi Atolyeya Zarokan bike. Komele wê di van atolyeyan de kurdiya kurmancî fêrî zarokan bike.
Piştî serlêdanan wê du kom werin avakirin ku yek ji wan wê ji bo kesên temenê wan di navbera 4 û 6an de ne û bi kurmancî dizanin û ya din jî ji bo kesên temenê wan di navbera 7 û 10an de ne lê bi kurmancî nizanin be.
Ders 14 hefteyan û rojên yekşeman wê di navbera saet 11.00ê û 12.10 deqiqeyan de li ser bernameya zoomê werin dayîn.
Kesên biwxazin zarokên wan beşdarî van dersan bibin, divê vê forma serlêdanê dagirin û bişînin. (FD)