Komeleya Berê Zarok ji bo zarokan wê dest bi Kargehên Anîmasyonê bike. Kargeh wê bi kurdî bin û di kargehê de wê 15 zarok fêrî çêkirina hemû qonaxên anîmasyonan bibin.
Di çarçoveya projeyê de wê pênc kargeh di bin navên "Afirandina Karakteran û Bi Rêya Xêzan Hevdîtina Li Cîhana Zarokan", "Nivîsîna Senaryoyan", "Kişandina Fotograf û Vîdeoyan", "Anîmasyona 2D" û "Anîmasyona 3D"yê pêk bên.
Di dawîya vê projeyê de ku dê salekê bidome, berhemên ku zarokan afirandine bi rêya çalakiyekê û bi beşdarîya rêkxistinên civaka sîvîl, sazîyên perwerdeyê, pisporên di warê anîmasyonê de dixebitin û dê û bavan bi temamê gel re werin parvekirin.
Kargeh wê 1ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê de destpê bikin û di 1ê Sibata 2023yê de bi dawî bibin. Roja dawî ya serlêdana Kargehan 20ê Tebaxê ye û zarokên ku temenên wan di navbera 11 û 15an de ye, dikarin serî lê bidin.
Projeya ku bi navê "Rêwîtiya Ber Bi Cîhana Anîmasyonê Ve" bi piştgiriya projeya Yekîtiya Ewropayê ya bi navê CultureCIVIC: Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê ve wê pêk were.
Proje wê li Amedê û wê bi piştgiriya Dibistana Sanayiyê ya Amedê û Anîma Produksiyonê, ZarokMayê û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê bi rêve biçe.
Ji bo zanyariyên zêdetir û serlêdana Kargehan bitikîne
(FD)