Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi pêşnûmeyeke ku li Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclisê hat qebûlikirin ve rê li ber hat vekirin ku zêdetirî 100 saziyên fermî werin xwemalkirin.
Bi qebûlkirina bi wê pêşnûmeyê ve saziyên weke Mudiriyeta Giştî ya Ataturk Orman Çiftligi (AOÇ), Mudiriyeta Giştî ya Şanoyê (DTKM), Saziya Dîroka Tirk (TTK), Saziya Zimanê Tirk (TDK) wê hemû mal û heyiyên xwe dewrê îdareya xwemalîkirinê bikin û bi vî awayî eger were xwestin êdî dikarin wan saziyan ji fermîyetê derxînin û xwemal bikin.
Li gorî nûçaya Hacer Boyaciogluya ji Hurriyetê eger ew saziyên ku butçeya wan bi taybetî tê dayîn eger bixwazin wê werin xwemalkirin.
TRT, AKM, GAP, TPAO, Karayollari...
Saziyên ku di nav çarçoveya pêşnûmeya xwemalkirinê de cih digirin wiha ne:
Mudiriyeta Giştî ya Ataturk Orman Çiftligi, Mudiriyeta Giştî ya Şanoyê, Saziya Dîroka Tirk, Saziya Zimanê Tirk, Serokatiya Spor Totoyê, TRT, Saziya Petrolên Tirkiyeyê, Saziya Komurên Tirkiyeyê, YURTKUR, AKM, GAP, TPAO, Mudiriyeta Giştî ya Karayollariyê, Banqeya Illerê û hwd...
(EKN/YO)