Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Forûma Jinan a Yogûrtçûyê (FJY) banga beşdariya çalakiya ji bo karkerên Flormarê kir ku wê çalakî li Kadikoyê li ber dikanên Yves Rocher (ji sedî 51 para Flormarê di destê Yves Rocherê de ye) û Flormarê çêbibin.
120 karkerên li şîrketa Flormarê dixebitîn piştî ku bûbûn endamên sendîkayê ji kar hatibûn derxistin. Karker li hemberî vê biryarê ji Gulanê û vir ve li ber febrîqayê li ber xwe didin.
Jinan li hemberî biryara şîrketê banga boykotkirina eşyayên Flormar û Yves Rocherê kirin ^Fu gotin ku heta karker venegerin ser karê xwe ew ê biryara boykotê berdewam bikin.
Jinan bang li raya giştî kirin ku 3yê Tîrmehê roja sêşemê saet 19.30 deqîqeyan li Kadikoyê li ber dikanên Yves Rocher û Flormarê werin ba hev û 15 deqîqeyan çalakiya bêdengiyê çêbikin. (PT/FD)