Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo têkoşîna li hemberî istîsmara zayendî ya zarokan, vîdeoyek hat amadekirin û vîdeo bi Kurdî jî hatiye amadekirin.
Mirov ji zarokan re dikare çawa behsa otonomiya laşî bike? Di têkoşîna li hemberî istîsmara zayendî de dê û bav dikarin çi bikin? Piştî ku zarokê behsa istîsmara zayendî kir, divê çi bê kirin?
Komeleya Têkoşîna li Hemberî Tundkariya Zayendî ji bo balê bikişîne ser vê rewşê vîdeoyek amade kir. Vîdeo, piştî Tirkî, ji hêla Komeleya Zarokan a li Amedê bi Kurdî jî hatiye amadekirin û hatiye belavkirin.
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2017ê de ya kêm 290 jin û 22 zarok kuştineherweha mêran 34 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine. Mêran tecawiz li 101 jinan kiriye; tacizli 247 jinan kiriye; îstismara cinsî li 376 zarokên keç kiriye, 348 jin birîndar kirine. |
Komele bi vê vîdeoyê û xebatên xwe armanc dike ku gava pêşiyê zarok bizanibe ku otonomiya laşî çiye. (BK/FD)