Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şeyma Urpera yek ji parêzerên Baroya Şirnexê ye eşkere kiriye ku ji 27ê Gulanê ve wan ti agahî ji birêvebirê Şirnexê yê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), Hurşit Kulterî nestandine.
Urper ji bianetê re axivî. Wê da zanîn ku ji ber qedexeya derketina derve ew nikare biçe Dadgeha Şirnexê û dema ew bi telefonê dibake dozgerê dadgehê, dozger bersivê nade wê.
Urperê behsa bûyerê ji bianetê re kir
‘’heqê xwe helal bikin’’
Dema qedexeya derketina derve hatiye îlankirin Kulterî gotiye ew terka bajarê xwe nake. Bi malbata xwe re bi telefonan daye û standiye. Li axiftina xwe ya paşiyê ya bi telefonê wî gotiye komeka leşker û polîsan bi ser wî de diçe û ji malbatê re gotiye bila ew ‘’heqê xwe helal bikin.’’
Piştî telefona paşiyê êdî agahî ji wî nehatiye standin û hesabekê Twitterê yê bi navê ‘’BÖH’’ Twitên li ser wî belav kirine.
‘’Dema ti bersiv ji me re nehat me serî li NYyê da’’
Parêzerê got:
‘’Me li ser bûyerê serî li Dadgehê da. Ji me re gotin ew kesê berbehs nehatiye desteserkirin.’’ Paşê bersiva telefonên me nedan.
‘’Me serî li Komîsyona Bêserûşûnkiriyan a Neteweyên Yekbûyî(NY) da. Hêj ti bersivên erênî û neyînî negihane me.’’
‘’Em nikarin biçin Dadgeha Şirnexê’’
‘’Em nikarin biçin Şirnexê û dadgeha wê. Me bi telefonê bakir dozgerî lê wî bersiva me neda. ‘’
‘’Ji rewşa salên 90ê xerabtır e’’
‘’ Me ji Neteweyên Yekbûyî re got dewreka ji salên 90ê xerabtir heye. Êdî li ber çavan mirov tên kuştin.’’
Komeleya Mafên Mirovan jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku divê demildest Hurşît Kulter bê dîtin. (EKN/MB)