Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi îmzeya Serokomar û Serokê Giştî ê AKPyê Recep Tayyip Erdogan duh Serokê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun ji wezîfeyê hatibû girtin û li şûna wî Prof. Dr. Bayram Alî Ersoyî hat wezîfedarkirin.
Biryara bi îmzeya Erdogan ya tayînkirina Ersoyî di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Çi bûbû?
Pirsên di Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê de derketibûn, dişibiyan pirsên pirtûkên Weşanxaneya Yedîîklîmê û ev yek di medya civakî de cih girtibûn. Gelek bikarhenerên medya civakî wek “bûyera nû ya Feto” parvekirinan kirin.
Pişt re OSYM’ê daxuyanî da bû û gotibû, “îdia bêbingeh in.” Serokkomar Erdogan derbarê bûyerê de daxuyanî da û gotibû, “lêpirsîn hatiye destpêkirin.” Li ser vê yekê Serokê OSYM’ê Aygun ji wezîfeyê hatibû girtin.(EMK/RT/AY)