Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn ku amadekariyên ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê û serokatiya herêmê hatine temamkirin. Hilbijartin dê di 1ê Çiriya Paşiyê de bê kirin.
Serokê lijneya navborî ji Rûdawê re gotiye ew dixwazin di dema hatî diyarkirin de hilbijartinê pêk bîne.
Dema propagandaya ji bo hilbijartinan dê di 6ê Çiriya Pêşiyê de dest pê bike. Ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê bi dehan partî dê beşdar bibin.
Berdevkê lijneya bilind, Şoreş Hesenî eşkere kir ku heta niho ji bo serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê bi tenê yek berbijarî/ê daxwaznameya xwe daye lijneyê û belgeyên wî/wê kêm in.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanîyî ji bo qenaleka Erebistana Siûdiyê eşkere kiribû ku ew û kesên ji dora wî dê ji bo serokatiya herêmê nebin berbijar. (YY/MB)