Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro serîlêdanên ji bo komîsyona rewşa awarte bi dawî dibin.
Li gor agahîyên di malpera komîsyonê de ne, serîlêdanên elektronîk îro (5ê Îlona 2018an) bidawî dibin.
Divê serîlêder kirarîya serîlêdanê tevlî forma ku ji navnîşana https://ohalkomisyonu.tccb.gov.tr ê daxistiye û îmze kiriye bi dokumantên din re bibe bide walîtîyan an jî kes û sazîyên têkildar. Piştî form û dokumentên serîlêder hatin îmzekirin û temamkirin, êdî serîlêdan temam dibe.
Bi KHKya bi hejmara 701î 18 hezar û 632 kes ji karî hatibûn avêtin
Bi KHKya ku herî dawî hatî îlankirin re, 18 hezar û 632 kesên ku li sazîyên cuda kar dikirin ji karî hatibûn avêtin. 148 kes jî vegerandibûn ser karê wan.
Bi wê KHKyê jî rojnameyên Özgürlükçü Demokrasi, Welat, Halkın Nabzı, hin kanalên televizyonan û 12 komele jî hatibûn girtin.
Ji 199 akademisyenên ji karî hatine avêtin 18ên wan akademîsyênên aştîxwaz bûn.
Di dema Rewşa Awarte de çi bû?
Cara pêşiyê 20 Tîrmeha 2016ê, Rewşa Awarte hatibû îlankirin, piştî hingê heft caran dema wê hat dirêjkirin. Dema Rewşa Awarte 19ê Tîrmeha 2018ê temam bû û nehat dirêjkirin.
Piştî hewildana 15ê Tîrmehê gelek kes hatin girtin, desteserkirin û ji karê wan hatin derêxistin. Me ji raporên navneteweyî agahî berhev kirin.
Mirin û Birîndarbûn
Di dema hewildana derbekirinê de;
*248 kes hatine kuştin.
*2196 kes birîndar bûne.
Rewşa Awarte
*20ê Tîrmeha 2016ê Rewşa Awarte hat îlankirin, ji wê demê ve ew rewş dewam dike.
Di dema Rewşa Awarte de, bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De;
*134 hezar û 144 kes ji karê wan hatine îxrackirin.
*Ya kêm 228 hezar û 137 kes hatine girtin.
Li gor raporên navneteweyî yên li ser azadiyê di du salên dawiyê de Tirkiye di lîsteyan de ketiye rêzên jêr de.
Doz û dadkirin
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê ji ber hewildana derbekirinê;
*283 doz hatine vekirin.
*Dadgehan ji bo 106 dozan biryar daye.
*805 girtîyan cezayê girtinê standine.
*592 kesan cezayê girtina heta hetayê standiye.
Ji ber parvekirinên li ser operasyona li Efrînê hatî kirin, li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî hêzên girêdayî wezaretê 845 kes desteser kirine.
Girtina saziyan
*47 navendên saxlemiyê yên taybet hatine girtin.
*2271 navendên perwerdekirinê hatine girtin.
*174 saziyên medyayê hatine girtin.
*147 weqf hatine girtin.
*15 zanîngeh hatine girtin.
*19 sendîkayên girêdayî du konfederasyonan hatine girtin.
*Ji bo 99 şaredariyan qeyûm hatine erkdarkirin. (BK/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.