Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî bi mebesta ku Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) serbest bibe kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin.
Kampanya di 15ê Çiriya Paşiya 2022an de li ser rûpela Facebookê ya rêxistinê ji bo îmzeyê hatiye vekirin.
"Sûcdarkirin bêbingeh e, girtina wê keyfî ye"
Kampanyaya îmzeyan ya bi ser nava “Divê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci serbest bê berdan” wiha ye:
“Birêz Serdozgerê Komarî yê Enqereyê,
“Girtin û desteserkirina mafparêz Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê neheqî ye û me nerehet dike û ez ji ber vê ji we re dinivîsim. Tiştên ku Fîncanci pê tê tohmetbarkirin bêbingeh e û girtina wê kêfî ye.”
“Ez ji we daxwaza demildest bê şert û merc serbest berdana Prof. Dr. Fîncanciyê dikim ku ji ber ku di çarçoveya xebata xwe ya maf parêziyê de xwe îfade kiriye û wê dadgeh nekin.”
Ji bo kampanyaya îmzeyan bitikîne