Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Polîsan danê sibehê pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dorpêç kirin.
Biryara tayînkirina qeyûm ji Hevserok Ahmet Turk re hat ragihandin.
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahiya tayînkirina qeyûm ragihand û got, "Em qeyûmê we qebûl nakin. Em ê destûrê nedin xespê. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya gel e û wê wisa bimîne."
Her weha bi tayînkirina qeyûm re Walîtiya Mêrdînê ragihand ku li tevahiya bajêr ji bo 10 rojan xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin.
Şaredariyên Êlih û Xelfetiyê
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin û avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk û welatî li dijî biryara qeyûmê hatin ber avahiya şaredariyê û bertek nîşanî polêsên ku avahî dorpêç kirine dan.
🔴 Batman Belediye Eş Başkanı Gülistan Sönük ve yurttaşlar, kayyım kararına karşı belediye binası önüne geldi, binayı abluka altına alan polise tepki gösterdi.
— bianet (@bianet_org) November 4, 2024
📹 Video: @metinyoksu pic.twitter.com/fTlneHMku8
Her weha qeyûm ji bo şaredariya navçeya Xellfetiya Rihayê jî hat tayînkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan hat desteserkirin.
Polîsan rê nadin welatî nêzî avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî bibin. (TY/AY)