Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo serokatiya Şaredariya Gimgimê ya Mûşê, qeymiqamê Gimgimê Mehmet Nûrî Çetîn wek qeyûm hat erkdarkirin.
Heta niho ji bo 29 şaredariyên DBPyê(Partiya Herêman a Demokratîk) qeyûm hatine erkdarkirin.
Şaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî duhî bi tewanên ‘’endambûna rêxistina terorî’’,’’zererdana Şaredariya Gimgimê’’ û ‘’bêûsûlîya ji bo îhaleyan’’ hatibû girtin.
BIXWÎNE: Hevseroka Şaredariya Gimgimê hatiye girtin
Mehmet Nûrî Çetîn kî ye?
Di sala 1979ê de li Agirîyê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Birêvebiriya Civakê xwendiye.
Zewiciye û sê zarokên wî hene(ÇT/MB)