Mehmet Siddik Akiş di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de li Colemêrgê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 weke hevşaredar hate hilbijartin, îro di saetên serê sibê de li Wanê hate desteserkirin. Piştî ku Akiş hate desteserkirin şaredarî hate dorpêçkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Wezareta Karên Naxweyî aşkere kir ku Akiş ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin.
Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girt
Wezareta Navxweyî li ser hesabê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku derbarê Akiş de bi îdiayên “rêvebirina rêxistinê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi hejmara 2014/173 li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dosyayek heye. Têkildarî vê dosyeyê darizandina wî didome.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derbarê Akiş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîneke nû heye û Akiş di vê çarçoveyê de hatiye desteserkirin. Akiş “weke tedbîra derbasdar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.”
Li şûna Akiş, Walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin.