Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo Şaredariya Cizîrê qeyûm hatiye tayînkirin.
Wezareta Karûbarên Navxweyî piştî qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan, Mêrdîn û şaredariyên Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Pasûr, Qereyazi, Bismil, Karaz, Peyaz û Erdîşê kir, vê carê qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirigî jî tayînkirina qeyûm piştrast kiriye û aniye ziman ku qeyûm tayînî şaredariyê kirine. Zirigî, gotiye ku ji ber ew ne li malê bûye agahdarname danîne cem keyayê taxê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de li Cizîrê ji sedî 77 deng derxistibû û şaredarî bi dest xistibû. Polîs serê sibê çûen îstasyona wesayîtên zibilî û destûr nedane ku maşîne biçin ji bo karî . Dîsa xwestine wesayîtên li derve jî bên qada îstasyonê. Polîsên ku çûne mala Şaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, têkildarî tayînkirina qeyûm tebligat danîn malê. (AS/FD)