Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî waliyê Bidlîsê, Ahmet Çinar ji bo serokatiya Şaredariya Bidlîsê, wek qeyyûm erkdar kir.
Herdu hevserokên Şaredariya Bidlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiriran yên ku ji Partiya Gelan a Demokratîk(DBP) in, di 24ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin û di 25ê Çiriya Paşiyê de hatibûn girtin.
Herdu hevşaredar bi “endambûna rêxistina terorî, li ser navê rêxistina terorî kirina çalakî û kiriyaran, piştevanî û alîkariya rêxistinên terorî” têne tometbarkirin.
Hevşaredarê Dorşînê Mehmet Emîn Ozkan, cihgira şaredarî Şenay Ata û cihgira hevserokên rêxistina Bidlîsê ya Partiya Gelan a Demokratîk, Nedîme avras jî hatiye girtin.
Walîtîyê eşkere kir ku ji ber ku Dozgeriya Sûlh û Cezayî hevşaredar girtine qeyûm hatiye erkdarkirin.
Ahmet Çinar kî ye?
Di sala 1966ê de li Mereşê hatiye dinyayê.
Di sala 1987ê de li Zanîngeha Stenbolê li Beşa Birêvebiriya Civakî xwendiye.
Di 3yê Tebaxê de bû waliyê Bidlîsê.(BK/MB)