Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû ya ku Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianet çêdike bi beşdariya beşdarên ji bajar û zanîngehên cuda hatine di roja çarem de atolyeya duyem çêkir.
Di atolyeya “Nirxandinên derbarê Tirkiyeyê” de Mûrat Çelîkkanî diyar kir ku “divê ew girseya ku hûnê bikin mijara nûçeyê baş nas bikin” û feqr û cudahiya di navbera rastî û têgîhana li Tirkiyeyê ya medya û desthilatdarî bi rêya peyvan îstatîstêkên cuda ava dike rave kir. Beşdar di mijara nirxandina daneyan hişyar kir.
Mûrat Çelîkkanî di atolyeyê de li ser bikaranîna têgehên ku çavkaniyên desthilatdariyê bi kar tînin ên weke teror, mafên mirovan û zayenda civakî bi çavekî alternatîf nirxand ku ji hêla gel ev têgeh li Tirkiyeyê weke pirsgirêkên herî mezin tên dîtin.
Derbarê Murat Çelîkkanî de
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke nûçegihan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kir. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û di rêveberiyên wan de cî girt. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de kar kir.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Bîr Edalet û Rastiyê dike ku yek ji avakarên wan e.
Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû çi ye? | |
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/Tora Ragihandinê ya Serbixwe "Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû" saz dike. Bi vê atolyeyê dixwaze ji bo rojnamegerên ji saziyên cuda cuda ên medyayê, rojnamegerên bêkar hatine hiştin û xwendekarên fakulteyên ragihandinê yên di beşên rojnaemgerî û radyo û televizyonan de dixwînin atolyeyan çêbikin. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve dize. Di çarçoveya bernameyê de wê li ser mijarên weke "Rojnamegerî, Têgihiştina Nûçegîhaniyê, Nûçegîhaniya Zayendparêziyê, Rojnamegeriya Aştîxwaz, Di Rojnamegeriyê de Rola Medyaya nû, Ji bo Rojnamegeriyê Navgînên Dijîtal, Ewlehiya Dijîtal û Wênekêşiya ji bo Nûçeyan" bên sekinandin. "Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû" di 7ê Hezîranê de dest pê kir û wê heta 13ê Hezîranê berdewam bike. Di roja yekê ya bernameyê de Tûgrûl Eryilmazî atolyeya "Destpêka Rojnamegeriyê" û Pinar Îlkîzê jî ya "Di Nûçeyê de Medyaya Nû" çê kir. Di roja duyê de Ozcan Yurdalan li ser Wênekêşiya ji bo Nûçeyan, Pinar Îlkîz li ser Ji bo Rojnamegeriyê Navgînên Dîtbarkirinê, Dr. Tîrşe Erbaysal Filibelî li ser Nûçegîhaniya Aştîxwaz sekinî. |
(YT/ÇT/FD)