Fotoğraf: M. Magunia / DW / Flickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) di 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bi koma bi navê #HoldTheLine re ji bo ku sûcên li ser rojnameger Marîa Ressayê were betalkirin kampanyaya îmzeyekê û vîdeoyê daye destpêkirin.
Koma #HoldTheLine ji 80 saziyên ku li cîhanê ji bo mafê rojnamegeran têdikoşin pêk hatiye û pêşengiya komê jî Komîteya Parastina Rojnamegeran(CPJ), Navenda Rojnamegerên Navneteweyî(ICFJ) û RSF dike.
Di niha de bi sedan beşdarvan vîdeoyên piştgiriyê ji bo kampanyaya ku ji bo zexten li ser Marîa Ressayê û malpera wê ya bi navê Rapplerê bi dawî bibe parvekirine. Navî Pîllay, parêzerê Afrîqî û Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Joseph Stîglîtz, xelatgirê Xelata Aboriyê ya Nobelê, Wû’er Kaîxî muxalîfê Çînî, Peter Greste, rojnamegerê Awistiryayî ku demekê li Misirê girtîbû û Katharîne Vîner, midirê karên nivîsan ê rojnameya Guardîanê jî di nav piştevanan de ne. Her kesên ku bixwaze piştgiriyê bide kampanyayê dikarin li ser malperê videoya xwe bar bike.
Christophe Deloire, Sekreterê Giştî ê RSFyê derbarê mijarê de axiviye û gotiye, “Êrîşên hovane yên rejîma Dûterte yên dijî Marîa Ressayê ne tenê êrîşên li ser rojnamegeriyê ne, êrîşên li ser demokrasiye jî ne. Em weke RSFê serbilind in ku bi vê rojnamevana wêrek re di nava hevgirtinê de ne.
Derbarê Marîa Ressayê de
Derbarê Marîa Ressayê de heta niha 9 doz hatiye vekirin. Di du salên dawî de derbarê wê de 10 caran biryara zeftkirinê derketiye. Ressa ji ber nûçeyên di malpera wê de bi sûcên ku “Bi rêya înternetê îftira kiriye” rû bi rû maye û di Hezîrana 2020an de 6 sal cêzayê girtîgehê lê birine. Ger dadgeha temyîzê cezayê betal neke û Ressa di dosyeyên din de jî cezayê bixwe wê hemû jiyana wê di girtîgehê de derbas bibe. Fîlîpînan di endeksa RSFê de di rêza 138an de ye. Di endeksê de 180 welat hene.
Marîa Ressa di Kovara TIME de weke “Keseyata/ê Sala 2018an” hatiye hilbijartin û îsal jî Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Gûîllermo Cano / UNESCOyê wergirtiye.
(HA/AY)