Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo rojnameger Azîz Orûçî li ser înternatê kampanyayeke îmzeyan hatiye destpêkirin. Oruç di 11ê Kanûna Pêşiyê de li Bazidê, navçeya Agiriyê hatibû desteserkirin û Wezareta Navxweyî ew weke “terorîst” nîşan dabû.
Hevalên Orûçî li ser change.orgê dest bi kampanyayekê kiriye û xwestine Orûç serbest bimîne.
Di metna kampanayê de derbarê Orûçî de agahî hatine parvekirin û hatiye bibîrxistin ku ev 7 sal in li gelek bajarên Tirkiyê rojnamevanî kiriye.
Di metna kampanyaya îmzeyan wiha hat gotin:
"Bi nûçeyên ku çêkirî, bi daxuyaniyên ji bo hevalên xwe yên rojnameger yên girtî, gelek caran hatiye rojevê. Orûç li navçeya Bazidê ya Agiriyê di 11ê Kanûna Pêşiyê de bi operasyonekê hatiye destgîrkirin. Li Tirkiyê digel tê zanîn rojnameger e jî û ji ber xebatên rojnamegeriyê lêpirsîna wî hatiye kirin, Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Tirkiyeyê û medyaya desthilatê bi daxuyaniyên, ''Li ser sînorê Îranê terorîst hatiye girtin'', ew kirine hedef.
"Bila serbest bimîne"
“Digel ku êşkence lê hatiye kirin, dema ew birine nexweşxaneyê nehatiye dermankirin û heta niha jî destûr nedane ku ew û malbata xwe hev bibînin. Dema destgîrkirinê ya Orûçî heta 18ê Kanûna Pêşiyê, roja Çarşemê hatiye dirêjkirin.
“Li Îran, Ermenîstan û Tirkiyê îşkence li Azîz Orûçî hatiye kirin. Ev binpêkirina Peymana Mafên Penaberan a Navnetewî ye.
“Heta niha li welatên endamê Konseya Ewropayê 130 rojnameger girtî ne. 110 ji van li Tirkiyê girtî ne. Bi girtin, destgîrkriin, şertên kontrola edlî, qedexeya derketina derveyî welêt Tirkiye ji bo rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamegeran bûye girtîgeheke dorlêveker.”
Rojnamegerên ku îmze dane kampanyayê gotine, ''Em dixwazin pêvajoya nehiqûqî ya ku li dijî hevpîşeyê me Orûçî tê meşandin bi dawî bibe, Orûç were berdan û ji bo ku rojnamegerên din pêvajoyeke wiha nejîn, em bang li hemû saziyên rojnamegeriyê dikin û destekê didin rojnamegeran, bang li sendîkayan, Konseya Mafê Mirovan a NYyê, Parlamentoya YEyê û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku vê bûyerê bişopînin û piştevan bin.'' (HA/FD)