Ji bo nûçeya tirkî
Wezîrê Parastinê Fikrî Işik daxuyand ku ji bo lêpirsîna derbarê rêvebirê DBPa Şirnexê Hurşit Kulter de wezareta karên navxweyî mufetişeke wezîferdar kiriye.
Li gorî agahiyên Yuksekova Haberê parlementerên HDPê rewşa Hurşît Kulterê ku ji 27ê Gulanê vir ve ti agahî jê nayê girtin ji Wezîrê Parstinê Fikri Işik pirsîn û Işikî derbarê mijarê de daxuyaniyeke bi vî rengî da:
‘Birêz Cîgirê Serokê Komê hêja rewşa Hurşit Kulterî ji min pirsî. Derbarê Kulter de ji hesabeke Twitterê de hatiye îdiakirin ku ew ji hêla tîmên taybet ve hatiye binçavkirin.’
Wî wezîrî wiha got: ‘Derbarê wê îdiayê de serî li dozgeriyê hatiye dayîn. Li ser wê yekê wezareta karên navxweyî mufetişeke wezîfedar kiriye ku derbarê wê mijarê de lêkolîn bike. Niha derbarê mijarê de lêpirsîn dewam dike.’
Çi bûbû?
27ê Gulanê de ji hesaba twitterê ‘BOF’ê ya tê gotin ku yê tîmên taybet e, wêneyên binçavkirina Kulter hatibûn parvekirin, piştre wê parvekirinê jê birin û hesab jî çend saetan hat girtin.
Parvekirina di wê hesabê de wiha bû:
Kulterî di peyama xwe ya dawî ku ji malbata xwe re şandibû de gotibû; ‘Heqên xwe li min helal bikin. Her çar aliyê min hatine dorpêçkirin.’
Mudiriyeta Şirnexê û Walîtiya Şirnexê daxuyandin ku Kulter nehatiye binçavkirin.
Walîtiyê îdiayên ku Kulter li Fermandariya Leşkeran hatiye dîtin jî derewand.
Li ser wê yekê parlementerên Şirnexê yên HDPê Leyla Birlik û Aycan Irmezê derbarê aqubeta Kulterî de pirsname dan Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala û Serokwezîr Binalî Yildirim.
Herwiha parlementerên HDPê bi Wezîrê Karên Navxweyî re rûbirû jî axivîn.
Malbata Kulter serî li emniyetê, dozgeryê, walîtiyê û fermandariya leşkeran dan, lê di bersiva ji her cihê hat dayîn de wiha hat gotin: ‘Ti kesek bi vê navê nehatiye binçavkirin.’ Li ser wê yekê jî parêzeran serî li Neteweyên Yekbûyî (NY)da.
Komaleya Mafên Mirovan (KMM) jî di 3ê Hezîranê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) dan.
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçi di 15ê Hezîranê de ji bianetê re axivîbû û gotibû ku derbarê mijarê de ti pêşveçûneke nîn e.’
(EKN/YO)