Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Gezî ji bo gelek tiştan bû wek gava destpêkê, wê tesîreka cida li medyayê jî kir.
Niho em hîn bûne ku hemî rojname heman sernivîsê diweşînin. Lê hingê ev yek dikarî bibe nûçe. Hingê di hin rojên wek 1ê Gulanê polîsan tûndkarî li rojnamegeran dikirin. Di dema Berxwedana Gezîyê de, ji 27ê Gulana 2013ê heta 30ê Îlonê polîsan 253 rojnameger hingavtin û 39 rojnameger desteser kirin.
Cara pêşiyê bû ku nûnerên medyaya navneteweyî di weşana zindî de hatin kontrolkirin. Polîsan peseportên wan kontrol kirin û hewil dan wan desteser bikin.
Hevkariya AKP(Partiya Dad û Deşepêdanê) û Cimaete Gûlenî hingê nazik bû. Jihevcidabûna wan berbiçav bû.
Tirkiyeya ku bi îmaja “misilmaniya nerm” pişgiriya dinyayê standibû. Hat guhertin û wek “dewleta otokrat” hat dîtin.
Ji bilî her tiştan Gezî ji bo demokrasîya Tirkiyeyê bû wek kaxeza Tûrnosolê.
Erol Onderoglû 21 sal in ku berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) e. Em bi Erol Onderoglûyî re li ser guhertinên di meyayê de axivîn.
Herweha Onderoglû yek ji wan rojnamegeran e ku tê dadkirin.
Em bi wî re li ser guherînên di 21 salên dawiyê de axivîn.
“Nûçekirina çalakiyên Geziyê him ji hêla nûnerên medyaya navdewletî yên li Tirkiyê kar dikin û him jî ji bo rojnamegerên li Tirkiyê kar dikin dîrokeke gelekî berçav e. Medyaya navdewletî dibe ku cara pêşin rastî wan tiştan hatin ku hempîşeyên wan ên li Tirkiyê rastî wan tiştan dihatin.
“Bi Berxwedana Geziyê re me dît ku medyaya serdest û televizyon, di mijara otosansur û dan pejirandina karên hikûmetê de polîtîkaya editoryalê hilbijartine.
“Ti polîs ji ber ku li ser rojnamegeran tundûtujî bikar aniye rastî cezayî nehat. Di bûyera yek du nûçegîhanan de tenê Wezareta Navxweyî rastî cezayê tezmînatê hat. Ji bilî wê çawa ku li Tirkiyê kuştinên rojnamegeran ên polîtîk bêceza hatin hiştin, hiştin ku tundûtujiya li Geziyê jî ewqas neyê jêpirsîn.
“Berxwedana Geziyê ji bo desthilatdarê bû dîroka wî tiştî ku medyaya navdewletî weke ku li hemberî berjewendiyên Tirkiyeyê derdikeve, dixwaze civaka Tirkiyeyê li derveyî welêt xirab nîşan bide, weşana alîgir bike û li Tirkiyeyê kaosê derxe û wan bi van tiştan sûcdar bikin.
“Armanca desthilatdarê ew bû ku di pêvajoya ku bi veguhestina xwedîtiya medyayê re destpê kir de, bi projeya “desthilatdara bihêz” re di heman demê de medyaya ku vê erênî nîşan dide û nayê rexnekirin ava bike.
“Dema em li pêvajoya 20 salên dawî dinêrin, piştevaniya rojnamegeran ancax di demên ku parametreyên giran ên weke rojnamegerên girtî de derdikeve. Ev tiştên erênî ne lê dema ku em li bêaramiya polîtîk a ku li Tirkiyeyê ye dinêrin em dibînin ku ev piştevanî lawaz e û kûr nabe.
“Desthilatdar di demên dawî de polîtîkayên îzolasyonê dimeşîne. Em dibînin ku dixwazin têkiliyên xwe yên bi YE û rêxistinên mîna wê re bihejîne û ji berpirsiyariyên xwe yên mafên mirovan feragat bike. Ev rewş bandorê ne tenê li rojnamegerên Tirkiyeyê lê belê li nûnerên çapemeniya navdewletî yên li Tirkiyê dijîn jî dike.” (EA/FD/MB)