Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsên Jinan, pêş Roja Piştevanî û Tekoşînê ya Navneteweyî ya Li Dijî Tûndkariya Li Ser Jinan li Kadikoyê çalaki pêkaniye.
Li çalakiya ku li bendera Beşîktaşê pêkhatiye, pankarta “Em ê ji bo kuştina jinan, mirinên bi guman, bêcezatî û tundkariyê bidin rawestandin, em ê Peymana Stenbolê bidin pêkanîn.” hatiye vekirin.
Di çalakiyê de Gulsum Kav, Nûnera Giştî a Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin di axavtina xwe de bal kişandiye ser girîngiya têkoşîna li dijî tûndkariya meran û weha gotiye, “Divê her kes bibe parçeyek ji tekoşîna li dijî kuştin û tûndkari li ser jinan. Ji bo ku em mafên xwe yên wekheviyê bi dest bixin divê em bi hev re bimeşin. Li dijî hemû newekheviyan divê em têkoşînê mezin bikin.
Em ê hê çiqas berdêlan bidin
Fîdan Ataselim, Sekretera Giştî a Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestîninê jî diyar kiriye ku dixwazin çarenûsa jinan bixwe binivîsin û weha gotiye, “Dibêjin mêr çi bixwazin divê jin neçarin wê daxwazê pêkbînin. Li dijî vê jin tekoşîna jîyanê dimeşînin. Em şerê jiyaneka azad û wekhev birêve dibin. Em ê ji bo mafê jiyanê yên hemû jinan têkoşîna xwe bidomînin. Em êdî dibêjin bese ji her rojê kuştina 4 jinan re. Bese ji kuştina jinan bi zarokên xwe re. Em ê hêj çiqas berdêlan bidin.”
Em hê jî dipirsin Gulîstan Dokû li ku ye
“Kuştinên jinan yên faîlên wan nediyar li ber derî ye. Em hê jî dipirsin Gulîstan Dokû li ku ye. Kesên ku xwedî hemû derfet û hêzin, nikarin jinekî ku li kuye û wê bibînin? Bêguman dikarin bibinin lê nakin. Em ê vê jî derxin holê. Ji ber vê ji bo Peymana Stenbolê were pêkanîn em ê tekoşîna xwe bidomînin.
Çalakî bi diruşman dawî lê hatiye.(RT/AY)