Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî dest pê kiriye.
Pêşbirk heta niha 9 caran pêk hatiye û bi vê re wê bibe cara 10an.
Îrfan Amîda, Necla Arî, Lal Laleş, Zahir Kayan û Yehya Omerî îsal endamên jûriyê ne ku Omerî yek ji xelatgirên Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî ye.
Pêvajoya serlêdanê wê heta 1ê Nîsana 2023yan dewam bike û encam jî wê di 15ê Gulana 2023yan de, ango di Roja Cejna Zimanê Kurdî de aşkere bibe.
Malbata Arjen Ariyî û Weşanên Sor pêşbirkê li dar dixin ûkesên ku bi zaravayê kurmancî helbestan dinivîsin, dikarin serî lê bidin.
Di nava şert û mercên serlêdanê de ev xal hene:
- Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
- Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
- Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
- Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û "xelata giramgiriyê/xelata rûmetê" bidinê.
- Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
- Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
- Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
- Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
- Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
- Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin.
- Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.
- Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
- Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
- Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2023an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.
- Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
- Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.
- Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
- Kesên xwedî berheman divê di navbera heya 1ê Nîsana 2023an dosyeyên xwe bişînin.
Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:
Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sk. Nuyap Plaza, Kat: 7, No: 46, Yenişehir/Diyarbakır (li ser navê Songül Argünağa)
(FD)